Nasir Rezazî

Le Paş Koçt

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
392
Lepaş koçit hengî rohim le naw rohma becê mawe
Çawekanim deryay eşkî çawekantiyan tê rijawe
Sirwey denge besozeket le naximda sema deka
Hemû rojêk bo dîtnewet dilim her be tema deka

Heta mawim hîç awazê hestî henawim nagorê
Bew koçey to xem lenaxî dilî tasawim deçorê
Xatûnê xatûnekem nîştmanim cê mehêle
Nîştmanî em diley min rêbwarêkî mandûy wêle

To dezanî çend henasey yadgarîm le sîngtaye
Çend dîmenî pir jwanman le albomî dîdetaye
To dezanî rojanêk bû nîwey cestey lawazim bûy
Nexmey tarî pir lesoz û çeloy deng û awazim bûy
Keçî êsta minî bê to şepolêkî bê kenarim
Mîwanêkî bê xanexwê û kwêstanêkî bê hewarim

Balindekanîş wekû min bo hatnewet dem be dwêtin
Têkra korî pepûlekan be sirûdêk çawerêtin
Dilniya be û çawerê be xatûnekem her dême lat
Diyarî destim beratêke pir le maçî demî wilat