Şivan Perwer

xezal xezal

Bi dengê: Şivan Perwer
Album: Çiyayê Kurda
Diyalekt: Kurmancî
273
Xezal Xezal de hayê hayê
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir
çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê hayê
Ezê van kulê dilê im heya dare bûye ji te re bibim
Cem aşiq û cem xozana oy cefayê

Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal

Îro dîno bala xwe didime çiyayê zozana çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy cefayê
Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir
Xezala min biyan e
Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim çima vê keça seba çiye hoy nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal

De min go Xezalê rebenê neçe avê way way
De min go Delalê rebenê neçe avê way way
Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way
Wê ji te bistînin rebenê kembera navê way
Wê ji te bistînin delalê kembera navê way

Xezal xezalê rebenê keça Kurda ye way
Xezal xezalê delalê keça Kurda ye way
Xezalam egît e lê ji pişta mêra ye way
delalam egît e lê lê ji pişta dayika ye way
Ezê Xezalê nadim qe tu kesa ye way
Ez kim delalê nadim qe tu kesa ye way

Ez Xezala xwe tu nadim qe tu kesaye way
Çavê Xezalê belekê im welata ye way
Çavê Xezalê delalê im welata ye way