Oy De îro mi go dilê min bû Behra Wanê
Kelemê derd û kulan e oy
De îro mi go best û çem û kanî hemû bi ser de helyane hawar e li min
Ax were lê lê hesreta’m dayê oy
De îro mi go çiya û zozan, şax û newal
Hemû mêl bûne li bende mane
De îro min go behra Wanê werdigere
Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê
Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline hawar e li min
Were eman neman oy hawar e li min lê lê dayê oy
De lê lê dayê oy nema oy nema…
De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma
Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy
Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma
Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama
Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye
De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê
De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama
Hawar e li min oy
were eman oy oy… hawar e li min lê lê dayê hesreta min
were eman oy de hawar e li min lê lê dayê oy