Homer Noryawî

Dûrkewtinewe

Bi dengê: Homer Noryawî
Diyalekt: Soranî
226
To çûye wilatê ke nebînim eserî to
Dûr kewtî le min takû nebîsim xeberî to
Ey nûrî dil û quwetî ejnom, be serî to!
Rohim wekû perwane gera dewruberî to
Ew halet û hoş û hunerey ewdeme min bûm
Êstê nîye taqî, hemû qurbanî serî to
Dil her wekû ’ewdale le dût, tale jyanî
Çawim wekû awpaşe le rêge û guzerî to
Rehmê bike bem rîşe sipî û çawe pir’awe
Netzanî le dil hesteme axir seferî to?
Ey min be fîday royîn û koç û seferit bim!
Çit kirdibû axir ke weha derbederî to?
Heste, werewe gyane, webalit be milî min
Westo degirim şerte hemû xêr wişerî to!
Jêder: seyd kamîl îmamî (awat)