Nîme awalê le goşey bêkesîda xem nebê
Çake ew lêreş wefay her mawe sayey kem nebê
Laperey jînim hemû heldeytewe, têyda nîye
Basî firmêsk û henase û şîwen û matem nebê
Rojgarî siple bo min boseyekî nayewe
Nemdî her tîrêkî deyhawê berew sînem nebê
Rencî dûrîy dilberim bo kuştinî min kafîye
Ger le dinyada emin hîç meynetî dîkem nebê
Remzî dildarî le zînê fêr nebû yarim dena
Kwa ewîndarî wefadarî wekû min, mem nebê?
Xom desûtênim heta bezmî xelk roşin bikem
Kê le rêy xelka wekû şa’îr desûtê şem nebê?
Honrawe: hêmin mukiryanî