Nasir Rezazî

Serdemêk Bû (Nyaz)

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
714
Serdemêk bû bê nexme bû baxçey jyanim
Bê wirte bû naw hêlaney bulbulekanim
Lerey dengî şadmanî û neş’em xinka bû
Şepolî bay behre û coşim meng rawesta bû

Nahumêd bûm wam ezanî derdêke karî
Berew pîrî çûm hênaye dyarî êcgarî
Çawerwan bûm sakey gerdun gerdunî bêbak
Canewerî gor han eda bimkate xorak

Belam ey yar yarî nazdar şorejnî şox
Belêwî al be çawî reş çawî reşî tox
Bem cwanyaney ke zînetî beheştî dinyan
Bem cwanyane ke le toda hemûyan peydan

Lew rojewe dîwme sêhrî zerde xeney to
Dinyay derûn melekanî hatûnewe go
Serçawekey ’umrî cwanîm hatotewe kul
Baxçey jînim pir botewe le nemamî gul
Honrawe: goran