Şivan Perwer

Dihok

Bi dengê: Şivan Perwer
Album: Hêvîya Te
Diyalekt: Kurmancî
292
Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn
Şên bikin Dihoka rengîn

Zaxo, Hekarî li mêrga rûbaran
Akre û Amêdî gelên xweşmeran
Mûsil û Hewlêr, Şeqlawa û Soran
Xemla dil Dihok bûka Behdînan
Sileymaniye û Kerkûka Kurdan
Ûrmiye û Mehabad, Sine û Kirmaşan
Bane û Serdeşt ta xaka Luran*???
Şîn şarîstanê li baxê gulîstan
Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn

Bîngol, Agirî û Qers, Bitlîs, Mûş û Wan
Erzirûm li Serhed bihişt e zozan
Meletî û Sêwas, Elezîz, Ezircan
Warê Dêrsimê qozgeha şerân
Mereş û Merkez, Îskenderûn û Ceyhan
Efrîn û Elbîstan l’ber çiyayê Kurdan
Semsûr û Entab, Ordî*??? û Koban
Canik û camêrên bisk û berazan
Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn

Rihayê dîrok çand li Deşta Herran
Amed her bûye nîşana berxwedan
Mêrdîn û Qamişlo, Cizîr, Şirnax û Batman
Sêwerig, Wêranşar nav Mezrabotan
Di nava çiyan de bi rez û kanî ye
Bi al û ola xwe gelek rengî ye
Jiyana Dihokya kurdewarî ye
Bi rênc û şopa xwe ya kalê Barzanî ye
Hatim Dihokê Dihoka rengîn
Çendî ciwan e bajarê şêrîn
Gelê’m bernede azadî xweş e
Şehrezad bikin Dihoka rengîn

Muzîk: Mihemed Arif Cizrawî

*???= ev peyvan ji bo me nehatiye zelalkirin, daxwaz dikin eger hûn dizanin ji me re binvîsin.
Gelek spas