Nasir Rezazî

Sedey Bîsteme

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
156
Sedey bîsteme, kurde xîretê
Le xew rapere, hewlê hîmmetê
Besye nezanî, ’îlim û sen’etê
Sûkî heta key? nawê, hurmetê
Hoş û bîrit bê pyawî jîrit bê
Le cêy serbestî boç zincîrit bê?

Nema ew rojey to be asanî
Bitwanî bijî beşadmanî
To ke qewmêkî bê piştîwanî
Ger tê nekoşî zor perêşanî
Hoş û bîrit bê pyawî jîrit bê
Le cêy serbestî boç zincîrit bê?

Seyrî ’alem ke bo berzî jyan
Xoy helkirduwe hatote meydan
Le rêy nîştiman ebête qurban
Bo serkewtin û bo naw û nîşan
Hoş û bîrit bê pyawî jîrit bê
Le cêy serbestî boç zincîrit bê?

Dermanî derdî ême xwêndine
Rewştî pak û xizmet kirdine
Towî nakokî zû labirdine
Egîna beşman şeq û mirdine
Hoş û bîrit bê pyawî jîrit bê
Le cêy serbestî boç zincîrit bê?

Honrawe: fayq bêkes