Mihemed Mamlê

Ga Degrîm Ga Desûtêm

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
389
Ga degiryêm ga desûtêm xerqî aw û awrim
Ax leber bextî siya! Nazanim ez boç namirim?
Her ke detbînim delêy to şem û minîş perwanetim
Ta serapa nebme koy zûxal qed aram nagirim
eksî zulf û rûte mayey coşişî giryanî min
Çi bikem axir çaw pirawî dûdî ûdî mehremim
Heqye xwên bigirîm le bêdadî xet û cewrî nîga
Min ke gîrodey fereng, yexsîrî destî kafirim
Gah perêşanî rux û ga dilşkistey qametim
Her we zulfî to deçim sergeşte û sewdaserim
Ger be naz her demkujî ba têr bibînim çaweket
Lêm gerê carê be kûçey meyfiroşan da birom

Wek Wefayî dil bide dîn danê bo sahîb dilêk
Da bizanî bo çî min aşq be husnî hadirim