Mihemed Mamlê

Her Derwa û Becêm Dêlê

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
499
Wek bulbulan feslî behar
Şew û roj û leyl û nehar
Denalênim bo weslî yar
Her derwa û becêm dêlê

Cergim let let ken be şîran
Qolbestim ken be zincîran
Deçme dîdenî dezgîran
Her derwa û becêm dêlê

Cergim let letî balate
Xalêk wa leser kulmete
alemê xuday be temate
Her derwa û becêm dêlê

De gule damênî min û hacer
Ciwane muşterî hate ser
Fitwayan eda le min beder
Yar derwa becêm dêlê