Behcet Yehya

Cejnî Ledaykbûnte

Bi dengê: Behcet Yehya
Diyalekt: Soranî
477
Çawim momî temente
Wa bot da egîrsênim
Cêjnî ledaykbûnte
Rohim be diyarî dênim
Cêjnî ledaykbûnte
Rohim be diyarî dênim
Gulî baxî jiyanim
Rêgey jînit gulrêj bê
Gulî baxî jiyanim
Rêgey jînit gulrêj bê
Le temenî min birwa
Temenî to dirêj bê
Le temenî min birwa
Temenî to dirêj bê

xozga êsta lat ebûm
Têr le sîmat emriwanî
Têr goranîm bot ewit
Pir be dil emduwanî
Ke gewre bûy dezanî
Nazdarî babe û daye
Bo cudayî azîzan
Zemen çen bê perwaye
Bo cudayî azîzan
Zemen çen bê perwaye

firmêsk û xendey lêwim
Hemûy îlhamî toye
Rengaleyî jiyan lam
Bê to bê reng û boye
Xorî awatî jînim
Xorit lê awa nebê
Le çawerwanî todam
Ta temen awa ebê
Le çawerwanî todam
Ta temen awa ebê

çawim momî temente
Wa bot da egîrsênim
Cêjnî ledaykbûnte
Rohim be diarî dênim
Cêjnî ledaykbûnte
Rohim be diyarî dênim
Gulî baxî jiyanim
Rêgey jînit gulrêj bê
Gulî baxî jiyanim
Rêgey jînit gulrêj bê
Le temenî min birwa
Temenî to dirêj bê
Le temenî min birwa
Temenî to dirêj bê