jîn be yexsîrî û dîlî bê kelkeBoye lemêje le jînim têrimGuzeran bo min lenaw em xelkeSexte, naxoşe, çonî rabwêrimHêzim lê bira ta key derberimLe naw meynet û derdî serzemînEwe beynêke kewtote serimBîrî azadî û arezûy firînBelam giyanekem nîme bal û perKe bifirim, birom xom bidem necatBiçme şwênêkî lêy nebê bedferLe baweş bigrim nobûkî awatNana hewrereş! Ewro newî beLew berzanewe were berew xwarKem keme were rêkî zewî beLeser piştî xot emin bike swarEwcar hestewe biro berew jûrMewêste heta teşkî asmanBimbere nîzîk asoy ciwan û sûrNecatim bide le kawlî xemanEy sirwe bakey beyanî! WereBe şineşin û pişûy xot tundkeLeser ew dunya newyem labereHeta detwanî emin blind ke