Ednan Kerîm

Çawerwanî

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
294
hemû şew çawerêm belkem be mexfî yarî canî bê
Le tarîkî şewa şuley çira muşkîl nîhanî bê
Çiray ewel şewî qebirm girey dilme le hîcranit
Be sirwey bay ecel şemî moradim her ke fanî bê

Le sehray mehşrîşa yarî min terkî cefa naka
Fîday ew şoxe bê rohim ke cewrî dû cîhanî bê
Lîqa xwayiş dekem dayim ke binwênê welê naçar
Rezam herfê le ciwabit bişinewim ba “len teranî” bê

Be cuz Manî, musewîr qewsî ebroy wî nekêşawe
Ke Manî neqşî kêşa bê debê herwa kemanî bê
Rewanî kohken ba taze ka teqrîrî şîrînim
Be şîrînîy lebit naga şeker ba esfehanî bê

Be şêwî çenbrey qeddî xemîdey pîrî bêtaqet
Debê fîkrê bika yar er xurûrî newcwanî bê
Xemoşî besyetî salim birînî batînî kuştimî
Nîhanî ta be key xwênim henay pencey filanî bê
Şadndina Deq: Aso Pîrî