Nasir Rezazî

Hayê lê Hayê

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Kurmancî
347
Hayê lê hayê Helîmê dayê
‎Serê min gêj kir xemê dunyayê
‎Dost û dujminan dilê wan şade
‎Çima bextê me reş maye û nayê

‎Dayê axa me çarparçe û taxe
‎Lewma dilê me pir jan û daxe
‎Derdê me zore, birîna kûre
‎Her karwanê me bê rê û qonaxe

‎Dê negrî daye dê negrî xanê
‎hêsirê çavê te mîna baranê
‎Spêde elinde serê me bilinde
‎Negrî nebêje roja me kanê

‎Dayê roja me gelek nêzîke
‎Karê xwe bike xem lo xwe nîke
‎Bûrîn? rojên reş, dilê me ho xweş
‎Welat ava be y? azadî bîke