Hemey Nêrgiz

Awatî Dûrî

Bi dengê: Hemey Nêrgiz
Diyalekt: Soranî
175
Ey çaw! çeşnî bazî qefes helwerê* perit
Kwa bale tîjekanî nîgay cwanî* dulberit?
Kwanê dû çawî mest? kwanê?
Dû* biroy peywest? kwanê?
Kwanê zulfî reş?
Kulmî al û geş?
Kwa heykelî cemal?
Cwanî* bê mîsal?

Ey gwê! zelîlî çawim û ber to pena ebem!
Dengê le yarî dûrewe, çî bikem le zîl û bem?
Ba bê, xendey pir aheng bê!
Nexme û nazî* şox û şeng bê!
Zirey bazin bê!
Ruwew lay min bê!
Harey heyasekey
Wirşey kirasekey!...

Ey lamîse! egerçî nebû deng û reng û bo
Wek şêt be ’eqlî xamewe xom xiste bextî to!
Kwa temasî leşî nermî?
Kwa lezetî koşî germî!
Kwa memkî pir çing?
Lîmoy baxî sing?
Kwa maçî lêwî al?
Cur’ey ebedî* xeyal?

Honrawe: goran

*= le honrawey şa’îrda lebatîy em wişane serewe wişe û destewajegelî "helwerî", "husnî", "kwanê", "kwa husnî", "nexmey nazî" û "ebed" hatuwe.

Serçawey deq: vejînbûkis