Îsmaîl Pîrxidirî

Neşmîl Neşmîl

Bi dengê: Îsmaîl Pîrxidirî
Diyalekt: Soranî
188
Ta şem* nesûtê dem be dem
Fanî nebê ser ta qedem
Perwane qet nagate şem
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawî cwane

Ta çaw û dil xwênbar nekey
Qet’î hemû exyar nekey
Fikirî wîsalî yar nekey
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawî cwane

’aşiq ebê mestane bê
Xakî berî* meyxane bê
Saqî le lay canane bê*
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawî cwane

Lem lawe giryey nay û ney
Lewlawe xendey camî mey
Awir le ’alem berbidey
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawî cwane

’aşiq ebê mestane bê
Xakî berî* meyxane bê
Saqî le lay canane bê*
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawî cwane

Honrawe: wefayî

*= le honrawey şa’îrda "dil" û "derî" û "saqî le kin peymane bê" hatuwe.