Qadir Kaban

Cade Çol û Sêber Bû

Bi dengê: Qadir Kaban
Diyalekt: Soranî
649
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî

Bo sewzayî dewrupiştim, bo asman
Bo şaxî berz, xanûy taze, dinyay ciwan
Eroyîştim be espayî, kiş û mat
Laşe sist û dil keylî tase û awat
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî

Lepir, nazanim çon serim helbirî
Beramberim bejnê derkewt wek perî
Legel ewey le abawe ala bû
Le dîmenî şîrînî aşkira bû
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî

Balaberz û biçkolepê û îskarpîn
Gorewî û pûz: sift û sipî û awrîşmîn
Eroyîm û dizey nîgam carcarêk
Le jêr abay reşa eydî nazdarêk
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî

Be rewtî kew, lencey taws û qumrî
Gurc gurc, ciwan ciwan ehat û cadey ebrî
Mabûy bgate astim çen hengawê
Dirzê kewte peçe û dîm nîgay çawê
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî

Dest û pence û meçekêk û nîgayêk
Çî binûsim? Xwaye hêzî înşayek
Qol û meçek saf û sipî wek şûşe
Serpencekan yaqûtê bûn be wirşe
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî