Sefqan Orkêş

Şingal

Bi dengê: Sefqan Orkêş
Diyalekt: Kurmancî
351
Kuştin û lêdan û talan ew jiyana min e
Cehnema erdêye îro Kurdistana min e
Ez im birîn, ez im tole, ez im zemîn, ez im
Çêlîyê hirç û gûrane bi dû min dibezin
Dayikim ber çava kuştin berxika hurik ez im
Ez im birîn, ez im tole, ez im zemîn ez im

Kuştiyê şewqa rokame he gul hem bilbil im
Sirûda min her jiyan e ta li dinya hebim
Ez im zemîn, ez im birîn, ez im tole, ez im

Zebenîyê vê jînê faşîstyê *??? girt ez im
Serbirîyê destê qesaban Hemze û Hosêyn ez im

*???= ew peyvan ji bo me nehatiye zelalkirin, ji kerema xwe eger hûn dizanin ji bo me binvîsin