Dilşad Seîd

Şingal

Bi dengê: Dilşad Seîd
Diyalekt: Kurmancî
179
Alê pir şengî
Tu warê şengî
Şingal tu warê pir ol û rengî
Nîşanên kurdan kew û çiya ne
Tu Kurdistanî
Kurdistanî
Bêy pirsa dengî
Herdu rû yên te qîblet û şîmal
Bejn û bala te çiyayê Şingal
Di eşqa te da eşîr şewitîn
Sal û dewrana ferman û Enfal
Aramî û faris, mengul û Roman
Emewî û Ebasî û alî Osman
Etabik hatin
Tevda derbasbûn
Şingal tu her may
Hêlîna kurdan
Şingal tu her may
Her may
Her may hêlîna kurdan
Alê pir şengî
Tu warê şengî
Şingal tu warê pir ol û rengî
Nîşanên kurdan kew û çiya ne
Tu Kurdistanî
Kurdistanî
Bêy pirsa dengî
Newaxa paşay, dijmin kirne der
Fermana Ferîq, ew top û leşker
Xweragirya te, tevda bezandin
Leşkerên Romê û hemû dagîrker
Baedra şêxa, Elî û Meyan ê
Serê xwe hilda dijî ferman ê
Piştî çend salan
Salan
Piştî çend salan
Dûrkirîn Sêwas
Sêwas
Dûrkirîn Sêwas
Bi serbilindî
Zivrîn Şêxan ê
Alê pir şengî
Tu warê şengî
Şingal tu warê pir ol û rengî
Nîşanên kurdan kew û çiya ne
Tu Kurdistanî
Kurdistanî
Bêy pirsa dengî
Li nav awazan, lawk û heyran
Kurê te rabû, xandingeh dana
Xweş tê guhê me dengê kewê nêr
Biroyê Şerqî, kanya stirana
Xweş tê guhê me dengê kewê nêr
Li tevgera kurd hatî meydanê
Îlona mezin, li serhildanê
Çeperê pêşyê
Li sîngê dijmin
Dergoşa şêran
Şêran
Şêran
Li berxwedanê
Alê pir şengî
Tu warê şengî
Şingal tu warê pir ol û rengî
Tenbûra Şingal, her çarde perdan
Çardey Tebax ê, girya ji derdan
Sîba û Giruzêr, herdu wêranbûn
Bi destên gemar, destên nemerdan
Li sêy Tebax ê Şingal rimandin
Gurên reş hatin Xezal revandin
Kobanî Şingal yekbûna kurdan
Carek din xewn û hîvî vejandin
Digel vê hemû
Zorya zerdestan
Şingal tu her may
Xaka Kurdistan
Şingal tu her may
Şingal tu her may xaka Kurdistan