Çaw le rêm ey dil bew yadey caran
Çon gul meyl eka bo tasey baran
Rojan ejmêrim tenyam bê hewar
Xeyalî êstam wek rengî behar
Min ke dilim da be deryay ’îşqit
Be xorî rûnî kanyawî ’eşqit
Rêgey nehat dûrî û efsane
Nebûnî to azar û jane
Çaw le rêm ey dil bew yadey caran
Çon gul meyl eka bo tasey baran
Her wekû derya oqrem nemawe
Baranî çawim rêjney betawe
Pişkoy xeyal egeşêtewe
Her bew yade dil ekirêtewe
Çaw le rêm ey dil bew yadey caran
Çon gul meyl eka bo tasey baran