Erê be bananewe gyane be bananewe
Erê bertîlyan eda wella eparanewe
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê dilê bo dilê gyane nekulêtewe
Erê dilê bo dilê hawar nekulêtewe
Erê mar pêwey bida rebî bergî/mergî*??? bêtewe
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê çawan merêje gyane hêşta minalî
Erê çawan merêje hawar hêşta minalî
Erê qoxî negeyî û wella helujey kalî
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê elêy lew bere gyane xom bixeme xwarê
Erê xom bixeme baweş hawar gêlgêle larê
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê daykit xecalet gyane bawkit rû sya
Erê wa toy le min kird gyane bo malî dunya
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê bîke be xatir gyane dû kurî minalit
Erê bêbeşim meke tuxwa le lêwî alit
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê çinar û lewlaw gyane seryan nemame
Erê min bo kê degrîm tuxwa kê be temame
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê çinar û lewlaw gyane seryan girto gîr
Erê min bo kê degrîm tuxwa be kêm eken jîr
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
Erê her kurê neyka gyane şew ber malewmal
Erê be ’umrî birwa gyane wek tozî şemal
Erê şemame û xalxale şemam şilkî
Nardûme lew male sarde û fênkî
*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Zor sipas