Sabîr Kurdistanî

Bo Kiçêkî Kal

Bi dengê: Sabîr Kurdistanî
Diyalekt: Soranî
314
Le dûrewe nawit bîstûm
Naşareza xoşit wîstûm
Gwaye legel şî’rekanma zor jiyawî
Şewehay şew
Tezûy şîrînyan pê dawî
Netnasîwim
Birwa bike netnasîwim

Ew cîhaney to detewê
Hergîz lay min dest nakewê
Cîhanî min hemûy xeme
Zerdexeney yekcar keme
Telarî min kelaweye
Cêy pertûk û honraweye
Ewey rûgey dil û çawe
Tenya bitêkî şikawe
Dûr be le min
Le jînî min
Le çawanî bedbînî min
Dûr be le min, le helbestim
Lew çepkaney
Bo şaçepkêk deyanbestim

Le dûrewe nawit bîstûm
Naşareza xoşit wîstûm
Gwaye legel şî’rekanma zor jiyawî
Şewehay şew
Tezûy şîrînyan pê dawî
Netnasîwim
Birwa bike netnasîwim