Xelîl Sedîqî

Demêk Saqî Demit Bêne

Bi dengê: Xelîl Sedîqî
Diyalekt: Soranî
454
Demêk saqî demit bêne dexîlî çawekanit bim
Be camêk destî min bigre fîday pîrî muxanit bim
Le dû la mest û heyranim, be quwey cezbe nazanim
Ne sergerdî ser û gerden, ne qurbanî lebanit bim?

Çi xoşe seyrî* seru û gul, be dînî bulbul û qumrî
Demêk şeyday qed û balat, demêk şêtî dehanit bim
Le nîşaney perey cergim newesta ta negeyye dil
Be qurbanî xedengî dest û bazûy çawekanit bim

Şîfay dam xemzekey çawit ke wa xwênî dilî girtim
Be qurbanî mudawayî hekîmî halzanit bim

Be zulfî pir le hawarî dilan kewtûm, sa ruhmê
Eman serqafleçî qurbanî zengî karewanit bim
*= le honrawey şa’îrda "wecdî" hatuwe
Honrawe: wefayî