Bêkategorî

ka rojên xweş - SÎMAV û DAVÎN

Bi dengê: Bêkategorî
Diyalekt: Kurmancî
190
Bêje ka rojên xweş
Bo çî kêm bûn
Çavên me li ser wan
Bo çî kor bûn
Ez û tu yêk rih bûn
Bo çî dûr bûn

Ez ditirsim lawo
Em tenê ne
Bawer nakim em aşiqê berê ne
Belki xewna reş e
Çavrêyê sibê ne
Li hîviya sibê ne

Bê te man
Ah û eman
Dê min sojînî ey rih û can
Dem û dewran
Me nedizanî
Dê eşqa me kete talan
Ey roniya her du çavan

Esman ewrî ye
Dil bê hêvî ye
Baxê evîna me
Hişk û têhnî ye

Bêy xeyalên te
Nameşe jiyan
Wêneyên min û te
Pir dibin ji xem û jan

Bê te man
Ah û eman
Dê min sojînî ey rih û can
Dem û dewran
Me nedizanî
Dê eşqa me kete talan
Ey roniya her du çavan