Nazdar Cizîrî

4 dîlan

Bi dengê: Nazdar Cizîrî
Diyalekt: Kurmancî
150
Hey renî renî renî
Ayşe nazê nûbûkê
Hey renî renî renî
Te guhar zêrê belbûkê
Weresya bû ji betenî
Ayşê nazê nûbûkê
Berketin ber bûk hemî
Te guhar zêrê belbûkê

Hate Renya mezine
Ayşê nazê nûbûkê
Weresya ser û bine
Te guhar zêrê belbûkê
Hey renî renî renî
Ayşe nazê nûbûkê
Hey renî renî renî
Te guhar zêrê belbûkê

Hay mumê mumê mumê
Muma dayê
Hay mumê mumê mumê
Can cana dayê
Mumê yara şivanî
Muma dayê
Berxika ber beranî
Can cana dayê
Evarê hate danîn
Muma dayê
Evarê hate danîn
Can cana dayê
Hay mumê mumê mumê
Muma dayê
Hay mumê mumê mumê
Can cana dayê

Ha bi kulinde kulinde
Rabe rinda minê rabe
Ha bi kuline kulinde
Qet û qet ranabe
Şaxa wê tim bilinde
Rabe rinda minê rabe
Şaxa wê tim bilinde
Qet û qet ranabe

Ha bi kulinde zistana
Rabe rinda minê rabe
Me danî ber mêvana
Qet û qet ranabe
Sohbet xweşe li dîwana
Rabe rinda minê rabe
Bi dengbêj û strana
Qet û qet ranabe

Wer lê lê lê lê lê
Lê lê xemsayê
Rojhilat tavê dayê
Eba kine lê nayê
Wey eba kine lê nayê
Dam bikevine bin ebayê

Wer lê lê lê lê lê
Lê lê xemsayê
Xemsa dît serê bana
Bû teq reqa azmana
Xweska ew ya min bana
Biçûma mala cîrana