Bêkategorî

Agirêkî Bê Xolemêş - Mihemed Ebas Baram

Bi dengê: Bêkategorî
Diyalekt: Soranî
175
Pirçî zerdit wek zincîrêk le dest û qaçim alawe
Nîgay çawit wekû tîrêk awêney rûtî pêkawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine kilpey yawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine wa sûtawe

Çawî kalit beser zarî hêmin û mat û damawe
Belam le jêr perdey bînîn naz û cadûy tya zawe
Her ew naze fêlebaze ke wa xoşî heşar dawe
Zor leserxo be hêmnî gulî hîwamî şêlawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine kilpey yawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine wa sûtawe

Ne gulî min gulî zorî wekû minî pê lênawe
Her em kare nalebarey to beser minta hênawe
Dil be girî ’eşqî toye bê xolemêş ke sûtawe
Min em dilem be to dawe boçî le jêr pêt danawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine kilpey yawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine wa sûtawe

Honrawe: berzan ’usman