Bokan Hewramî

Agirêkî Bê Xolemêş

Bi dengê: Bokan Hewramî
Diyalekt: Soranî
111
Pirçî zerdit wek zincîrêk le dest û qaçim alawe
Nîgay çawit wekû tîrêk awêney rûtî pêkawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine wa sûtawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine kilpey yawe

Çawî kalit beser zarî hêmin û mat û damawe
Belam le jêr perdey bînîn naz û cadûy tya zawe
Her ew naze fêlebaze ke wa xoşî heşar dawe
Zor leserxo be hêmnî gulî hîwamî şêlawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine wa sûtawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine kilpey yawe

Ne gulî min gulî zorî wekû minî pê lênawe
Her em kare nalebarey to beser minta hênawe
Dil be girî ’eşqî toye bê xolemêş ke sûtawe
Min em dilem be to dawe boçî le jêr pêw danawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine wa sûtawe
Agirêkî bê xolemêş dilî mine kilpey yawe

Honrawe: berzan ’usman