Xecê Herdem

Birîndarim

Bi dengê: Xecê Herdem
Diyalekt: Kurmancî
256
Oy ez helwektem, de bimrim
Wek dayik bavik, de bimrim
Wek ferat û kelat bûm, de were
Hejanê çavê mino
Oy deşt û zozan tev şîn bûn
Heyv li ezman da geş dibû
Keç û xortan dest dan hev, de rabin
Benda te me were lo
Oy bê halim
Oy birîndarim
Oy de were dilê mino
Oy lawê delal
Rabe delal bindestim
De were canê/çavê mino

Oy Şinda ketî, sebra min
Tu pepûko jor, mala min
Dixwînim didorim te, birîndarim
Bê halim dilê mino
Oy deşt û zozan tev şîn bûn
Heyv li ezman da geş dibû
Keç û xortan dest dan hev, de rabin
Benda te me were lo
Oy bê halim
Oy birîndarim
Oy de were dilê mino
Oy lawê delal
Rabe delal bindestim
De were canê mino