Li havîna deşta xwarê, li gundê hanê
Li ser wî kaşkaşokê li binya malê
Her tim Memê zarok im li hêviya baranê canê û li hêviya baranê
Baranê bibar bibar, çivîkan genimê te xwar
Baranê bibar bibar sêwîka nanikê te xwar
çivîka genimê te xwar hêy
Baranê bibar bibar çivîk tev li benda te man
zarok tev li hêvîya te man
Baranê bibar bibar hêy
Baranê bibar bibar li welatê Medan
Şên bike her cîh û war ji rengê kulîlkan
Tu yî dayika dayikan û hemî zarokan canê û hemî çivîkan
Baranê bibar bibar, çivîkan genimê te xwar
Baranê bibar bibar sêwîka nanikê te xwar
çivîka genimê te xwar hêy
Baranê bibar bibar çivîk tev li benda te man
zarok tev li hêvîya te man
Baranê bibar bibar hêy