Mihemed Mamlê

Çawî Ciwan û Lêwî Alit Fatime

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
241
Zulfî ba deyşekênê hey le bin bîda nustuwe
Ey gelî musulmanan çi xêrê le xuday buwe
Rojê carêk desrokey be esrînê ter kirduwe
Çawî cwan û lêwî alit emnî kuştuwe fatme
Mayey jîn û hest û nîstim mezherî awatme
Hem dem û hem yar û hem wext û se’at û katme

Dîsan kulêk helîgirtûm de hîcran dam bo yarê
Dujmin bo min ketne xwarê deken şîn û hawarê
Her kesêk etoy le min kird yaxuda berdî lê barê
Çawî cwan û lêwî alit emnî kuştuwe fatme
Mayey jîn û hest û nîstim mezherî awatme
Hem dem û hem yar û hem wext û se’at û katme

Tarîkayê şewê lade le goşey çawekanit
Bes ’umrî min be ba mede be ciqey le mil cwanit
Xuda boxoy deyzanê hey nemawim le tawanit
Çawî cwan û lêwî alit emnî kuştuwe fatme
Mayey jîn û hest û nîstim mezherî awatme
Hem dem û hem yar û hem wext û se’at û katme

Destêkim de destî yar da carçî ba car de şar da
Sibheynê ser le beyanî yar geştêk le şar da*???
Le min her wek roj ’eyane belênê be kes nada
Çawî cwan û lêwî alit emnî kuştuwe fatme
Mayey jîn û hest û nîstim mezherî awatme
Hem dem û hem yar û hem wext û se’at û katme

*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.
Zor sipas