Elî Olfetî

Şewajû

Bi dengê: Elî Olfetî
Diyalekt: Kelhurî
130
Bîlem k leway nimnim waran, bigîrim
Çü kewk xerîw la nisaran, bigîrim
Hey qamet çemyay çinareyl, m bîln
Çü ney li ke şûn leş daran, bigîrim
Bîla k wehar baydu şewajû bikeymin
Hawraz şew şîşmexaran, bigîrim
Hey hawrî diltengî nîmeşeweylim!
Ta key m le say zilf şewaran, bigîrim?
Ya ezret rûjeyl cwanî, çe pêd hat?
Imşew m twam, hem cûr caran, bigîrim