Heval îbrahîm

Leyla

Bi dengê: Heval îbrahîm
Diyalekt: Kurmancî
203
Hewar e Leyla Leyla
Hewar e Leyla
Ez bûm teyrek çengbirî
Te dilê min hêla

Leyla tu can î
Heyva şevan î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Leyla tu can î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla

Kanîyek vînê ji dilî za
Hat ber mala te
Dilê te têda raza
Bi landika vîna te
Tu hişyar neke
Ji xewê raneke
Jîn ne gelek e
Min hemî da te

Esmanê dilî mij e
Tu nagirnijî
Dê bo min tu girnije
Te ez kirim rejî

Kenîya te xencer
Awirya te cencer
Dilê min ket ber
Tu dê min bikujî

Leyla tu can î
Heyva şevan î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Leyla tu can î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Leyla dîyar be
Bo dilî yar be
Bo min ne mar be
Di hizr û xewna da