Hewar e Leyla Leyla
Hewar e Leyla
Ez bûm teyrek çengbirî
Te dilê min hêla
Leyla tu can î
Heyva şevan î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Leyla tu can î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Kanîyek vînê ji dilî za
Hat ber mala te
Dilê te têda raza
Bi landika vîna te
Tu hişyar neke
Ji xewê raneke
Jîn ne gelek e
Min hemî da te
Esmanê dilêm mij e
Tu nagirnijî
Tu ji bo min tim girnije
Te ez kirim rejî
Kenîya te xencer
Awirya te cencer
Dilê min ket ber
Tu dê min bikujî
Leyla tu can î
Heyva şevan î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Leyla tu can î
Befra çîyan î
Nav û nîşan î
Xudana xêla
Leyla dîyar be
Bo dilî yar be
Bo min ne mar be
Di hizr û xewna da