Bêkategorî

ey hawar - Kawa Urmiye

Bi dengê: Bêkategorî
Diyalekt: Kurmancî
131
Nîne bo derdê me derman ey hawar
Nîne bo hicra me payan ey hawar
Dîn û dil destdan û qesta can kirin
Ey hawar bo wan ezîzan ey hawar
Nîne bo derdê me derman
Nîne bo hicra me payan
Nîne bo derdê me derman ey hawar

Kuştim ez vê nazika hûrîsifet
Meste cama her du çavan ey hawar
Lêv şekir barin du çavên fitnexîz
Agirek berda hinavan ey hawar
Nîne bo derdê me derman
Nîne bo hicra me payan
Nîne bo derdê me derman ey hawar

Her dem kovan wê bibarin bêeman
Ser serê gelê min da bi dijwar
Ez ketim dava evînê bêqirar
Bendewarê bisk û tayan ey hawar
Nîne bo derdê me derman
Nîne bo hicra me payan
Nîne bo derdê me derman ey hawar

Gotin: Seyîd Celal Nizamî