Hozan Aydîn

Newroz e Newroz e

Bi dengê: Hozan Aydîn
Diyalekt: Kurmancî
257
Bîst û yek adarê
Tê bayê buharê
Dest bidin dest yarê
Tev dadin wî arê
Newroz e newroz e
Cejneke pîroz e
Hem doze hem soze
Agirê Kawa ye koze

Werin qor bi qore
Ar gurkin bi dore
Hildin esmanê jore
Ala agirê sore
Newroz e newroz e
Cejneke pîroz e
Hem doze hem soze
Agirê Kawa ye koze

Agirê sor hilhate
Ronî da welate
Hurmete rûmete
Maç bidin xelate
Newroz e newroz e
Cejneke pîroz e
Hem doze hem soze
Agirê Kawa ye koze