Homer Dizeyî

Çawerwanî 2

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
81
Min heta mabim her çawerêtim
Na’umêd nabim her çawerêtim
Ta dêytewe lam etgirme baweş
Têr têr hel’emjim lêwî terî geş
Bawerit hebê be hestî dilim
Min hengezerde to sûregulim
Le her kwêye bît min bonit ekem
Xwa way nûsîwe hezit lê ekem

Le qasey dilma kilîl dirawî
Kilîl win buwe lewêyt ta mawî
Kilîl win buwe lêy nayeyte der
Heta pêkewe enêynewe ser

Deba têpern rojgar û şewgar
Mang nêne ejmar sal bibne hezar
Xo çawerwanî her ebrêtewe
Xo rojê her dê bigerêytewe
Hengî ebînî her çawerwanim
Pence dadênî be nawçewanim
Biskit werdênî be mil û şanim
Be ax û oxey naxim edwênî

Ta hetayeş bê her çawerêtim
Des be çenage çaw her le rêtim
Heta dêytewe cût ebînewe
Ta dinya mabê lêk nabînewe
Honrawe: homer dizeyî