Mem Ararat

bûka baranê

Bi dengê: Mem Ararat
Diyalekt: Kurmancî
45
Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê biharê
Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê tavê

Çima tu nakenî
Çima tu na peyivî
Û li wê valahiyê
Dîsa sar mayî
Çima tu nakenî
Çima tu napeyivî
Û li wê valahiyê
Wek mirin mat mayî
Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê biharê
Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê tavê

Çaxa te dibînim
Di vê jiyana tarî
Ez xembar dibim
Ez birîndar dibim
Çaxa te dibînim
Di vê jiyana tarî
Ez xembar dibim
Ez dîn û har dibim
Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê biharê
Yarê, delalê, bûka baranê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê biharê
Bes e xwe bixemilîne
Bi rengê tavê