Şehab Cezayrî

Şîrîn Gyan (Şîrîn Gişkesim)

Bi dengê: Şehab Cezayrî
Diyalekt: Kelhurî
287
ûşin le dûrîd fre hulime
Şîrîn giyan şîrîne û gişkes
Çene Bîstûn xem we kûlime
Şîrîn giyan kû Bîstûn çes
Kûekey Bîstûn eram çû xake
Şîrîn giyan we to renc kîşim
Le kûekey xemid cergim pir çake
Şîrîn giyan eray kî bûşim
Şîrîne û Şîrîn Şîrîn gişkesm
Nazdar Şîrîn naz Şîrîn Şîrîn gişkesim
êşqê to dase tîşe we desim
êşqê to dase tîşe we desim

We zexmê tîşe oqde xalî kem
Şîrîn giyan oqdey werînim
We zwanê tîşe nale û zarî kem
Şîrîn giyan tîşe key şînim
Dwêşew eray çe le Bîstûn nehat
Şîrîn giyan dengegey tîşem
Hatme we xewid nazid bkîşim
Şîrîn giyan ey nazdaregem
Şîrîne û Şîrîn Şîrîn gişkesim
Nazdar Şîrîn naz Şîrîn Şîrîn gişkesim
êşqê to dase tîşe we desim
êşqê to dase tîşe we desim

ûşin le dûrîd fire hulme
Şîrîn giyan şîrîne û gişkes
Çene Bîstûn xem we kûlime
Şîrîn giyan kû Bîstûn çes
Kûekey Bîstûn eram çû xake
Şîrîn giyan we to renc kîşim
Le kûekey xemid cergim pir çake
Şîrîn giyan eray kî bûşim
Şîrîne û Şîrîn Şîrîn gişkesim
Nazdar Şîrîn naz Şîrîn Şîrîn gişkesim
êşqê to dase tîşe we desim