
Kurd im, ziman im Kurdî ye,
min xelkî Kurdistan im
Bi keltur û cil û berg im
ciyawaze nîştîman im
Mafî reway xome minîş
serbest û azad bijîm
Bend kiram û malyan rûxandim,
belam min her nebezîm
Kurd im, Kurd im, Kurd im, Kurd im
Kurd im, xelkê Kurdistan im,
zimanê min Kurdî ye
Xwedan welatek dêrîn im,
kulturê min zindî ye
Kurd im, Kurd im, Kurd im, Kurd im
Şahêdin rojgar û mêjû
çend sale têdekoşîn
Dujmin û neyarman zorin,
dexwazin bindest bijîn
Çend sale dujminî zordar
xakî min beşbeş dekat
Ta nebîne milletî Kurd
alay wilat hel bikat
Kurd im, ziman im Kurdî ye,
min xelkî Kurdistan im
Bi keltur û cil û berg im
ciyawaze nîştîman im
Mafî reway xo me minîş
serbest û azad bijîm
Bend kiram û malyan ruxandim,
belam min her nebezîm
Kurd im, Kurd im, Kurd im, Kurd im
Li destpêkê kirin du par,
cara didûwê kirin çar
Welatê min dagîr kirin,
her çar alî bûn neyar
Li Îlamê heta Sêwas,
li Şingalê heta Qars
Serxwebûn û ala û xebat,
ew ji min re bûn pê nas
Kurd im, xelkê Kurdistan im,
zimanê min Kurdî ye
Xwedan welatek dêrîn im,
kulturê min zindî ye
Kurd im, Kurd im, Kurd im, Kurd im
Başûr dil e li sîng me
Bakûr hêze li giyan me
Rojava henasekan me
Rojhelat nûrî çawan me
Her Kurdistan nîştîman me, nîştîman me
Zimanê me 5 zarav e
Kurmancî û Soranî ye
Kelhûrî sê, Dimilkî çar
Yê pêncê Goranî ye