Wehîd Tahîrî

Nîştiman

Bi dengê: Wehîd Tahîrî
Diyalekt: Kelhurî
212
Giyan dem era xakekem
Merdimê dilpakekem
Wîney Bîstûn serberze
Nawê Kirmaşanegem
Wîney Peraw serberze
Nawê Kurdistanegem

Mîjû le şûn mad dirê
Cî tîşey ferhad dirê
Sincawî, Caf û Guran
Qilxan û Hewram dirê
Serberze cû dar berû
Zwan û êl Kelhurî
Her wa bîye û her wa dewê
Yar û Yarsan dirê
Giyan dem era xakekem
Merdimê dilpakekem
Cû Emrûle serberze
Nawê Sehne şaregem

Kurdeyl gerd dunya xasin
Bira û xweyşig û hewrazin
Hugrin le guranî
We helperke yek nasin
Sehne, Kenewer ya Hersîn
Lek û Lur her Kurde û xas
Kurdî bûş, Kurdî bişnew
Zwanê Kurdî telas
Kurdî bûş, Kurdî bişnew
Xwed we nawê Kurd binas
Giyan dem era xakekem
Merdimê dilpakekem
Wîney Bîstûni serberze
Nawê Kirmaşanegem
Wîney Peraw serberze
Nawê Kurdistanegem

Şêre jineylê necîb
Kureyl xas û pelewan
We naw dîruk diyarî
Her cû Taqê taq we san
Cû Serpêlê daxdarim
Ke we serberzî wisa
Cil û zwanê Kurdî
Nîşanes we nîştman
Giyan dem era xakekem
Merdimê dilpakekem
Wîney Bîstûn serberze
Nawê Kirmaşanegem
Wîney Peraw serberze
Nawê Kurdistanegem