Rojbîn

Delalê

Bi dengê: Rojbîn
Diyalekt: Kurmancî
233
Delalê ka ew soza te da min
Tu carî lê tu narî ji bîra min
Wext nema tê kengî bê mala min
Dilê xwe tu ji min re veke delalê

Tu gula mala min bûy delalê
Şêrîna rihê min bûy hevalê
Dibû şev çavê min li te digeriya
Lê tu ne li ber çavê min bû delalê
Delalê ka ew soza te da min
Tu carî lê tu narî ji bîra min
Wext nema tê kengî bê mala min
Dilê xwe tu ji min re veke delalê

Delalê bilbilê birîndarê
Ji bo gulê bi şev, bi roj dinalê
Te agir berda nava dilê min
Benda teme heya li dinyayê sax bim
Delalê ka ew soza te da min
Tu carî lê tu narî ji bîra min
Wext nema tê kengî bê mala min
Dilê xwe tu ji min re veke delalê