Aram Dîkran

Penaber

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
325
Karwanek wa dîsa bi rê ket
Bûn wek koçeran û felaket
Xeml û xêza wan karwana reşin
Bi derd û kul pey hev dimeşin
Penaberin penaber
Wek koçeran der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper
Heywax li min, heywax li min
Penaberin koçerin
Heywax li min, heywax li min
Wek teyrê bêperin

Karwan karwanê kul û derdan
Dev ji mal û milkê xwe berdan
Digerin wek koçeran der bi der
Rih û can û milkan tev li ser dan
Penaberin penaber
Wek koçeran der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper
Heywax li min, heywax li min
Penaberin koçerin
Heywax li min, heywax li min
Wek teyrê bêperin

Karwan karwanê penaberî
Ronahî li wan bûye tarî
Nizanî ne dikenin ya digrîn
Nizanî ne saxin yan mirî
Penaberin penaber
Wek koçeran der bi der
Welat welat digerin
Bûne wek teyrê bêper
Heywax li min, heywax li min
Penaberin koçerin
Heywax li min, heywax li min
Wek teyrê bêperin