Hozan Hemîd

axa şêrîn

Bi dengê: Hozan Hemîd
Diyalekt: Kurmancî
104
Serêm dêşî ji ber evînê
Dilêm dêşî ji ber birînê
Sebep tu yî lê şêrînê
Tiştê min dî kes nebinê
Tu Qamişloka evînê
Tu Cizîrê, Nisêbînê
Tu yî Qosera rengînê
Axa şêrîn li Mêrdînê

Birîndar im bi vî rengî
Ma soza me heta kengî
Me bû êvar bû derengî
Lê şêrînê karxezalê
Tu Qamişloka evînê
Tu Cizîrê, Nisêbînê
Tu yî Qosera rengînê
Axa şêrîn li Efrînê

Sal û zeman ji min bûrî
Wez çi bikim tu ji min dûrî
Çavê xerîbiyê korî
Ji te dûr im lê şêrîne
Tu Qamişloka evînê
Tu Cizîrê, Nisêbînê
Tu yî Qosera rengînê
Axa şêrîn li Mêrdînê