Murad Bektaş

Sipanê Xelatê

Bi dengê: Murad Bektaş
Diyalekt: Kurmancî
294
Kî here axa Tetwanê
Wê bibîne çîyayê Sîpanê
Cîwarê Sîyabend û Xecê
Xeml û rewşa Kurdistanê
Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê
Sîpan sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan sîpane xelatê

Te kul û xem pir dîtîye
Zilm û zorî buhurtîye
Xwazgînîxwa te girtine
Soz û peyman wan dane
Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê

Çîyayên me tev bilindin
Kurdan xwe tum lê girtin
Ji bona serxwebunê
Ala jiyanê hildin
Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê