
Dîlana me rengîne
Tevda xort û zerîne
Dema min temaşa kir
Yara min nav de nîne
Xorto werin dîlanê
Zeryo werin dîlanê
Were revşê govendê
Were destê min canê
Ax lê canê, wax lê canê
Wa ez hatim tu kanê
Dîlane li banê ber me
Pir kêferat û germe
Dema min yar nedîtî
Agir barî li ser me
Dîlane li banê ber me
Pir kêferat û germe
Çaxê yarê dibînim
Heyrana disitrînim
Li govend û dîlana
Aşiqek har û dînim
Xorto werin dîlanê
Zeryo werin dîlanê
Were revşê govendê
Were destê min canê
Ax lê canê, wax lê canê
Wa ez hatim tu kanê