Ferîborz Namdarî

Pîrî

Bi dengê: Ferîborz Namdarî
Diyalekt: Kelhurî
194
Ciwanî kuç kird le ’umir û giyanim
Pîrî hat nîşte pus û soqanim
Henasem sengîn, pel û pûm rizya
Kes eram nemen xoda ley donyay gewra
Rûh û giyanim herdig perîşan
Çeweylim kem sû xoda des û pam lerzan

Dî kesêg nîye bigrî xewerim
Tenyayî biyese bimirim serkîşî kerim
Şewekî ta şew çewim ha we der
Belkem kesî bay bimirim bikeydeme ser
Beşkem yekêg bay bûde hawdemim
Kemî kem bikey le derd û xemim

Hey dad kes nîye der we rûm wa key
Xem û tenyayî wey wey we lîm ciya key
Hawar û bîdad wey bî kesîme
Çimanî le yad gişt dinya çîme
Çû darê wişkîg tiyenî waranim
Pir le diltengî dem êwaranim

Rencê bêwer û henasey serdim
Dî mang û xwerîş qehrin wegerdim