Mihemed Gurcî

Xemzedey Xotim

Bi dengê: Mihemed Gurcî
Diyalekt: Soranî
539
Xemzedey xotim nîşaney tîrî mujganim meke
’aşiqî rûtim ’ezîzim, tîrebaranim meke

’aşiqî nazêkî* tom ba bes be ah û nale bim
Bulbulim perwane nîm û hez be sûtanim meke

Dil be min naka leber awrî derûnim dête coş
To ke sûtanit nedîwe men’î giryanim meke

Sed keret kujrawî yar bim lêm mepirse ey tebîb
Derdî yarim xoştire bêhûde dermanim meke
Honrawe: wefayî
*= le honrawey şa’îrda ew beşe be şêwey "xendêkî" hatuwe.