Ta key wek mecnûn wêlî herdan bim
Ta key xem zedey barî hîcran bim
Boç nîye qedrî mîwan le latan
Mîwanim îtir, êwe û xudatan
Ta key xerîbî kuçey şaran bim
Ta key helweday dîdey yaran bim
Boç nîye qedrî mîwan le latan
Mîwanim îtir, êwe û xudatan
To her sat şadît bê endaze bûn
Min le her lawe xemim taze bûn
Boç nîye qedrî mîwan le latan
Mîwanim îtir, êwe û xudatan
Ta key demkûjî seyadî qatil
Ba satêk der kem, derd û xem le dil
Boç nîye qedrî mîwan le latan
Mîwanim îtir, êwe û xudatan