Eta Çawşîn

Xasekew

Bi dengê: Eta Çawşîn
Diyalekt: Soranî
57
Xasekewê lew keje helnîştuwe
Xalî reş û sûrî be cût riştuwe
Rawçî hemûy lew kewe derkewtuwe
Boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?

Kêhe kesî ew le jyan xistuwe?
Mal û mer û zêwerî kêy birduwe?
Ba’îsî qetlî çîye? bîstûyetî
Jînî be serbestîye, wîstûyetî

Bênewe kanyawê, bixon awî saf
Bo gureyî serbine bêne mesaf
Lêy gerê dendûkî be berd tîj bika
Gurre bika û bangî kur û kîj bika

Kur be guregur wekû şêr û piling
Kiç be şineşin be xiringexiring
Bên û bilên: xawenî kêwan emeyn
Sûre denûkman, be denûk şer dekeyn
Xawenî em xasekeweş her delê:
Rawçî debê lem kej û kêwe helê
Xasekewê lew kele helnîştuwe
Xasekewê lew keje helnîştuwe
Xalî reş û sûrî be cût riştuwe
Rawçî hemûy lew kewe derkewtuwe
Boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?
Honrawe: seyd kamîl îmamî