Husên Reşîd

Be Mergîş Bêt

Bi dengê: Husên Reşîd
Diyalekt: Soranî
341
Dilniya be be mergîş bê
Em nîgare cê nahêlim
Dilim bulbulî şeydaye û
Em behare cê nahêlim
Xemî dûrît wekû dozex
Hemû naxim esûtênê
Wekû payîz le behara
Be carê gul dewerênê

Zor etirsm rojanê bê
Ke netbînim be yekcarî
Le naxî sîneda ’eşqit
Le dil derkem be naçarî
Desa were lem xirûbe
Derim bêne be yekcarî
Le dûrî to goşegîrim
Ew demanem le bêzarî

Rêgay dûrim yadî toye
Mero neba netbînmewe
To baranî bo pişkoy dil
Birjêre nêw ewînmewe
De birwane herdû dîdem
Siya poşî rengî toye
Rêgam berew tenyayîye û
Dilim keylî dengî toye
Dilniya be be mergîş bê
Em nîgare cê nahêlim
Dilim bulbulî şeydaye û
Em behare cê nahêlim